Girtina hejmarek ji eskerên Tirkiyê bi tawana peywendiya bi koma Gulen re
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, 33 kes ji eskerên vî welatî bi tawana peywendiya bi koma Gulen re girtin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya malpera rojnama Miliyetê çapa Tirkiyê, dozgeriya bajarê Kayseriyê ya Tirkiyê li çarçoveya lêkolînên li bara organîzekirina alîgirên koma Gulen li artêşa Tirkiyê, hikmê girtina 36 kes ji eskerên artêşê da.
Piştî dayîna vê hikmê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, li operasyona curbicur li bajarên Kayserî, Enqere, îzmîr, Amed û çend bajarên din ên vî welatî heya niha 33 kes ji van kesana girtine.
Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an dizane, lê Gulen xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.
Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an zêde ji 50 hezar kes heya niha bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî ji kar û şuxilên dewletî li vî welatî hatine derxistin.