Awistralyayê baylozê Tirkiyê li vî welatî vexwend
Serokwezîrê Awistralyayê îro çarşemê bona diyarkirina nerezamendiya xwe li hemberî gotinên Erdogan serokkomarê Tirkiyê li bara êrişa terorîstî ya Zelanda Nû, baylozê Tirkiyê li Kanbirayê vexwend.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Skat Morîson Serokwezîrê Awistralyayê îro çarşemê baylozê Tirkiyê li welatê xwe vexwend û ragihand ku ev gotinên Erdogan serokkomarê Tirkiyê tu alîkariyek bi peywendiyên du welatan nake û cureyek îhanet tê hisabê.
Erdogan serokkomarê Tirkiyê vê dûmahîkê destnîşan kiribû ku êrişa terorîstî ya Zelanda Nû parek ji pilana êrişa mezin a ser Tirkiyê û islamê ye.
Erdogan herwiha gotibû ku sebebkarê cinayeta Zelanda Nû tu ferq û tefûtek tev terorîstên DAIŞ`ê tune.
Li gor nûçeya Ajansa Reutersê terorîstên çekdar roja îniya bihurî li bajarokê Krîstçurç li devera Hagley Park a Zelanda Nû, êrîşî ser nimêjkirên du mizgeftên Al Noor û Linwood kirin ku heya niha 52 kesan di encama wê kiryara terorîstî jiyana xwe ji dest dane û derdora 47kes jî birîndar bûne.
erokwezîrê Zelanda Nû Jacinda Ardern daxûyaniyek da û diyarkir, ku Polîsê Zelanda nû heya niha 4 kes ser vê bûyera terorîstî binçav kirine.
Brenton Tarrant sebebkarekî van rudawên terorîstî ku ji aliyê polîsê Zelanda Nû hatiye girtin nijadperêzek ji xelkê Ustraliyayê ye û ragihandiye ji muhaciran nifreta wî heye.
Heya niha gelek ji rayedarên welatên cihanê yên wekî serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, serokomarê Fransayê Emmanuel Macron,serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, Serokwezîrê Pakistanê Omran Xan, wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas, wezîrê derve yê Endonezyayê Retno Mersûdî, Serokê Partiya Hevpeymanî ya herî mezin ya serdest li Malezyayê Enwer Îbrahîm û berdevkê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî ev cinayeta xwînawî û êrişa terorîstî ser du mizgevtan li bajarokê Krîstçurç a Zelanda Nû şermezar kir.
Li gor amara 2013 ji nifûsa çar milyonî ya Zelanda Nû derdora sedî yekê wan misilman in. Ev welata ji du giravên mezin û çend giravên biçûk di nav başûra îqyanûsa Aram pêk tê û piraniya nifûsa wê koçberên ewropî ne.