Li Mêrdîn 19 rêveber û alîgirên HDPê hatin binçavkirin
Li dewama binçavkirin û girtina endam û rêvebirên Partiya Demokrat a Gelan (HDP) hêzên polîsê Tirkiyê li Mêrdîn 19 endam û rêvebirên HDP û BDP bincav kirin eva di rewşekê ye ku bi tenê 10 roj mane heya hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê.
Rojnama Evrensel a Tirkiyê nivîsî: Li dewama binçavkirin û girtina endam û rêvebirên Partiya Demokrat a Gelan (HDP) hêzên polîsê Tirkiyê li Mêrdîn 19 endam û rêvebirên HDP û BDP bincav kirin, eva di rewşekê ye ku bi tenê 10 roj mane heya hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê.
Li gor agahiyên ber destan hêzên li dij terorê û polîs ê Tirkiyê di encama operasiyonekê de li deverên Mêrdîn, Qizil Tepe, Nisêbîn, Dargeçît, Savur, Artukulu, Dirîk û Mazî Dagî 19 endam, hevserok û rêvebirên HDP û BDP ji wan hevserokên berê yên HDP û BDP li parêzgeha Mêrdînê binçav kirin û herwiha hevserokê HDP li Nisêbînê jî binçav bû.
Li 10 rojên berî hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyêm dewleta vî welatî bi hencetên curbicur binçavkirin û girtina endam û rêveberên HDPê û BDPê xistine lezgîniyeke zêde.