dewama êrişên Tirkiyê ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê
Qumandihiya erkantiya giştî ya artêşa Tirkiyê ji dewama êrişên eskerên vî welatî ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê xeber da.
Li gor rapora ajansa nûçan a Anatoliyê, Qumandihiya erkantiya giştî ya artêşa Tirkiyê îro çarşemê li daxûyaniyekê ji dewama êrişên hewayî yên artêşa vî welatî ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê xeber da û ragihand li van êrişan parek ji pêgehên PKK`ê kavil bûn û hinek ji endamên PKK hatine kuştin yan jî birîndar bûn.
Eva zêde ji 30 salin ku di navbera endamên PKK û artêşa Tirkiyê şer û pevçûn diqewime.
Tirkiyê li van du salên bihurî êrişên xwe yên berfireh dijî pêgehên PKK li bakûra Iraqê berfirehtir kiriye.
Ji aliyê dinve wezareta karên derve yê Iraqê jî bicaran êrişên hewayî yên Tirkiyê ser bakûra vî welatî mehkûm kiriye..