Xelafeta DAIŞê li Baxozê gihêşte dawiya xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302518-xelafeta_daiŞê_li_baxozê_gihêşte_dawiya_xwe
Nûçegihanekî kurd ê Sûriyê li devera Baxoza Dêrazorê li hevpeyvîna xwe bi Kurdpressê re diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bajarokê Baxozê bitûm ji destê terorîstên DAIŞê der xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2019 13:49 Asia/Tehran
  • Xelafeta DAIŞê li Baxozê gihêşte dawiya xwe

Nûçegihanekî kurd ê Sûriyê li devera Baxoza Dêrazorê li hevpeyvîna xwe bi Kurdpressê re diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bajarokê Baxozê bitûm ji destê terorîstên DAIŞê der xist.

Kurdpressê ji zarê vê nûçegihanê kurd ê Sûriyê Diyar Amo ragihand ku bajarokê Baxozê ku sitargeha herî dawiyê ya Koma Terorîst a DAIŞê bû, çend saetan berî niha kete destê hêzên kurd û ereb ên HSDê û bi vê awayî xelafeta vê koma terorîst bi dawî hat.

Diyar Amo ku bi xwe li meydana şêr a HSDê li dij DAIŞê ye  li hevpeyvîna bi Kurd Pressê re diyar kir ku bi azadiya Baxozê êdî miraz û hêviya DAIŞê û piştgirên wê ya xilafeta li navçê tevî piraniya kuştiyên vê koma terorîst binax bû. 

Baxoz çeper û veşargeha herî dawiyê ya DAIŞê û malbatên terorîstên vê komê bû koma terorîst ku gelek ji welatên rojavayê û hin welatên navçê dixwestin bi saya wê hedefên xwe cih bi cih bikin.