Li Îzmîr û Edenê 22 rêveber û alîgirên HDPê hatin binçavkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302512-li_Îzmîr_û_edenê_22_rêveber_û_alîgirên_hdpê_hatin_binçavkirin
Li Tirkiyê li bajarên Îzmîr û Edeneyê 22 rêveber û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2019 12:27 Asia/Tehran
  • Li Îzmîr û Edenê 22 rêveber û alîgirên HDPê hatin binçavkirin

Li Tirkiyê li bajarên Îzmîr û Edeneyê 22 rêveber û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi hinceta ku bangeşeya PKKê kirine fermana destserkirina 12 kesan da di nava wan Hevserokê Edeneyê yê HDPê Gûlseren Turhan jî heye.

Di encama operasyona asayîşê de digel Hevserokê Edeneyê yê HDPê 12 endam û rêveberên HDPê hatin desterkirin. Herwiha polîsan bi ser avahiyên HDPê yên Edene û bajarokê Seyhanê de jî girtin û lêgerîn kirin.

Li bajarê Îzmîrê jî li ser fermana serdozgeriyê 10 kes  bi tohmeta ku pêwendiyên wan bi PKK û KCKyê re heye, hatin desteserkirin.

Li çend rojên berî hilbijartinan dewleta Tirkiyê bi hencetên curbicur girtina endam û rêveberên HDPê xistine lezgîniyê.