Nirxandin- AKP çima ji işkestê ditirse?
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302468-nirxandin_akp_çima_ji_işkestê_ditirse
Nivîskarê Rojnama Yeni Çagê di nivîsara xwe ya îro de ser navê ``çima AKP ji işkestê ditirse?`` dûhat û hegera dilgiranîyên AKP`ê ji ber işkesta di hilbiajrtinên herêmê de dinirxîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2019 16:57 Asia/Tehran
  • Nirxandin- AKP çima ji işkestê ditirse?

Nivîskarê Rojnama Yeni Çagê di nivîsara xwe ya îro de ser navê ``çima AKP ji işkestê ditirse?`` dûhat û hegera dilgiranîyên AKP`ê ji ber işkesta di hilbiajrtinên herêmê de dinirxîne.

Nivîskarê Rojnama Yeni Çagê  Orhan Ogoroglu di pişkeke wê nivîsarê de radigihîne: AKP`ê ku ji sala 2002`an ve heta niha bi tena serê xwe hikimdarîya Tirkîyê girtîye destê xwe çima ji işkestê û jidestdayîna dengên xwe ditirse? Jibo bersiva vê pirsê ez ji hilbijartinên herêmî destpê dikim. Heke AKP Enqere û Istenbolê ji dest bide ditirse ku li van du parêzgehan gendelî û rantên neqanûnî yên di 17 salên buhurî de gişk aşkira bibin. Ji hêla din ve AKP ditirse ku li bajarên Antalya, Adana, Mersîn, Bûrsa, Balikesîr, Mugla, Aydin û Gîresûnê li rex bazneyên Enqere, Istenbol û Izmîrê pêrgî işkestê bibe û bi jidestçûna serdestîya herêmî , yekem işkesta xwe li Tirkîyê bibîne. Lewma ji ber daketina sedî 30 heta sedî 35`ê dengên xwe dilgiran e. AKP ditirse wek Turgut Ozal ku di sala 1989`ê de bi dû hilbijartinên herêmî hikimdarîya xwe ji dest da, AKP jî bikeve wî halî. Xwînerên hêja piştî 16 salên hikimdarîya AKP`ê ku tu pêngavek jibo rehetîya jîyana gel û zêdebûna derhatan nekirîye, mixabin roja îro em pêrgî tabloya bêkarî, jordaçûna asta zamê, berfirebûna hejarî û nedarîyê, rawestana avakirinê û çend babetên din in. Himberî rewşeke wiha çawan ku gelê Tirkîyê di hilbiajrtinên herêmî yên 31`ê Adarê de derseke mezin da Partîya sereke Watanê, ligorî teybîra Seroka Iyi Partîyê Meral Akşenerê dema wê hatîye ku guhê AKP`ê jî bikişînin. Lê heger em careka din bizvirin ser mijara tirsa AKP`ê ji işkestê, divê bê gotin ku işkesta di hilbijartinên 31`ê Adarê de yê rengdaneke berfire li hilbijartinên serokomarî û meclisê di sala 2023`yê de hebe. Heke ev yeka serêxwe bigire renge AKP ji aşkirabûna mijarên wekî sebebkarên sîyasî yên derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an, têkilîya bi Cemaeta Gulen re, rastîyên dosîyên 17-25`ê Kanûnê, kamyonên MIT`ê û sîyaseta derheq Sûrîyê ditirse.