Rexneya serokê Partiya Seadet a Tirkiyê ji lawaziya AKPê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302449-rexneya_serokê_partiya_seadet_a_tirkiyê_ji_lawaziya_akpê
Serokê Partiya Îslamşop a Se'iadet a Tirkiyê li ser lawazî û nekêrhatîbûna Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê ya vî welatî jibo çareserkirina pirsgirêkên gel pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2019 09:50 Asia/Tehran
  • Rexneya serokê Partiya Seadet a Tirkiyê ji lawaziya AKPê

Serokê Partiya Îslamşop a Se'iadet a Tirkiyê li ser lawazî û nekêrhatîbûna Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê ya vî welatî jibo çareserkirina pirsgirêkên gel pêgirî kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya rojnameya Cumhuriyetê, Serokê Partiya Îslamşop a Se'iadet a Tirkiyê, Temel Keremullah Oxlû duh li axaftina xw eya Hilbijartinê li bajarê Sîwasê got: Dewleta Receb Erdoxanê serokoamrê Tirkiyê tûşî lawazî, sistî û westiyanê bûye û êdî nikare jibo pirsgirêkên welêt riyekê bibîne.

Serokê Partiya Îslamşop a Se'iadet a Tirkiyê her wiha got: Erdoxan li axaftinên xwe li ser vê yekê pêgiriyê dike ku Hilbijartina 31ê Adarê ya şaredariyan jibo Tirkiyê hilbijartina man û nemanê ye, lê vê yekê tu têkilliyek bi tevqahiya Tirkiyê ra tuneye û teqez mebesta wî tenê parastina desthilata xwe û partiya xwe ye.

Keremullah Oxlû got: Endamên AKPê, welatiyên ku dengê xwe didine wan "baş" dizanin û her kesê ku dengê xwe nede wan wek "Têrorîst" bi nav dikin; ewna divê dev ji vê mentiqa bixof û xeter berdin û li fikra aramî  û tenahiya welêt bin.