Rexneya serokê Partiya Seadet a Tirkiyê ji lawaziya AKPê
Serokê Partiya Îslamşop a Se'iadet a Tirkiyê li ser lawazî û nekêrhatîbûna Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê ya vî welatî jibo çareserkirina pirsgirêkên gel pêgirî kir.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya rojnameya Cumhuriyetê, Serokê Partiya Îslamşop a Se'iadet a Tirkiyê, Temel Keremullah Oxlû duh li axaftina xw eya Hilbijartinê li bajarê Sîwasê got: Dewleta Receb Erdoxanê serokoamrê Tirkiyê tûşî lawazî, sistî û westiyanê bûye û êdî nikare jibo pirsgirêkên welêt riyekê bibîne.
Serokê Partiya Îslamşop a Se'iadet a Tirkiyê her wiha got: Erdoxan li axaftinên xwe li ser vê yekê pêgiriyê dike ku Hilbijartina 31ê Adarê ya şaredariyan jibo Tirkiyê hilbijartina man û nemanê ye, lê vê yekê tu têkilliyek bi tevqahiya Tirkiyê ra tuneye û teqez mebesta wî tenê parastina desthilata xwe û partiya xwe ye.
Keremullah Oxlû got: Endamên AKPê, welatiyên ku dengê xwe didine wan "baş" dizanin û her kesê ku dengê xwe nede wan wek "Têrorîst" bi nav dikin; ewna divê dev ji vê mentiqa bixof û xeter berdin û li fikra aramî û tenahiya welêt bin.