Wezareta Berevaniya Tirkiyê: 2 serbazên me li bakûrê Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302402-wezareta_berevaniya_tirkiyê_2_serbazên_me_li_bakûrê_iraqê_hatin_kuştin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, du serbazên wan li Herêma Kurdistana Iraqê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2019 06:54 Asia/Tehran
  • Wezareta Berevaniya Tirkiyê: 2 serbazên me li bakûrê Iraqê hatin kuştin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, du serbazên wan li Herêma Kurdistana Iraqê hatine kuştin.

Wezareta Berevanîya Tirkiyê ragihand, îro li deverên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê dema hêzên artêşa Tirkiyê mijûlî operasyonê bûn li dijî PKKê, di navbera wan û gerîlayên PKKê de şer derketiye.

Li gorî agahiyên Wezareta Berevanîya Tirkiyê, di wî şerî de 2 serbazên wan hatine kuştin û 8 serbaz jî birîndar bûne.

Wezareta Berevanîya Tirkiyê herwiha îdia dike ku di wî şerî de 6 gerîlayên PKKê jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha PKKê li ser wî şerî tiştek negotiye.