Kuştî û birîndarbûna 10 eskerên Tirkiyê li bakûra Iraqê
Li şer û pevçûna di navbera eskerên Tirkiyê û endamên PKK li bakûra Iraqê 10 eskerên Tirkiyê hatine kuştin yan jî birîndar bûne.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Wezareta berevaniya Tirkiyê li daxûyaniya xwe ya îro şemiyê ragihand li li operasiyona eskerên Tirkiyê dijî endamên PKK li bakûra Iraqê 2 eskerên vî welatî hatine kuştin û 8 esker jî birîndar bûne.
Li gor rapora ajansa nûçan a Ruters`ê, wezareta berevaniya Tirkiyê herwisa ragihandiye li vê operasiyona dijî PKK, 6 endamên PKK jî hatine girtin, hatine kuştin yan jî birîndar bûne ku jinek jî di nav van endamên PKK`ê da hebûye.
Gor vê raporê , Tirkiye hema dewamê dide êrişên xwe yên hewayî dijî PKK li bakûra Iraqê.
Hedef û armancekî serekeye Erdogan serokkomarê Tirkiyê kutahîdana bi hizûra PKK li nîzikiya sînorên vî welatî ye.