Polîsê Navneteweyî (InterPol) 20 gumanbarên kuştina Cemal xaşiqçî dan ber şopandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302363-polîsê_navneteweyî_(interpol)_20_gumanbarên_kuştina_cemal_xaşiqçî_dan_ber_şopandinê
Li ser daxwaza Tirkiyê Polîsê Navneteweyî (InterPol) 20 kes ji gumanbarên kuştina rojnamevanê rexnekir ê siûdî dane ber şopandinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2019 04:30 Asia/Tehran
  • Polîsê Navneteweyî (InterPol) 20 gumanbarên kuştina Cemal xaşiqçî dan ber şopandinê

Li ser daxwaza Tirkiyê Polîsê Navneteweyî (InterPol) 20 kes ji gumanbarên kuştina rojnamevanê rexnekir ê siûdî dane ber şopandinê.

Li gorî rapora Fars Newsê, Rojnam,eya Dayli Sabah a Tirkiyê ragihand: Polîsê Navneteweyî (InterPol) li ser daxwaza Enqerê,  20 kes ji gumanbarê kuştina Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekir ji Erebistanê li bajarê Istenbûla Tirkiyê xistine bin şopa xwe.

Li gorî nivîsîna vê rojnameyê, bi vî karê Polîsê Navneteweyî (InterPol), ev 20 kes ku bi Koma Îdamê tên naskiirn, dê li seranserî cîhanê bikevin bin şopandinê.

Fermana şopandina gumanbarên kuştina Cemal xaşiqçî li ser daxwaza Tirkyê wek beşeka lêkolînên vî welatî derbarê Kuştina vî rojnamevanê siûdî hatiye dayînê.

Rayedarên Tirkiyê li ser vê bawerê ne ku ev kes wek tîma têrorê derbasî Tirkiyê bûne û hin kes jî li nav vê tîmê hebûne ku piştî kuştina Xaşiqçî leşê wî tîke tîke kirine û ji nav birine.

Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an li Konsolxaneya Erebistana Siûdî li Istenbûla Tirkyê hat kuştinê.

Riyazê destpêkê kuştian wî înkar kir; Lê di dawî da li xwe mukur hat ku ev rojnamevan bi destê aliyên siûdî va hatiye kuştin.