Li Stenbolê ji ber xwepêşandana Helebçê, polîsan 33 kes binçav kirin
Li Tirkiyê Bajarê Stenbolê hejmarek rêxistinên ciwanan xwestin, tevkujiya Helepçe şermezar bikin. Çalakvan, rastî astengiya polîsan hatin û 33 xwendekar hatin binçav kirin.
Li gor nûçeya K24, li Tirkiyê Bajarê Stenbolê rêxistinên ciwanan û xwendekaran xwestin îro dawîya heftê meşekê ji bo şermezarkirina tevkujiya Helepçê ya bi destê Rejîma Bees a Iraqê, çêkin, lê belê Polîsê Tirkiyê ew asteng kir.
Çalakiya Ciwanan û Xwendekaran, li dergehê Zankoya Stembolê bi xwendina Marşa Ey Raqip destpêkir. Polîsan êrîşî çalakiyê kir û piştre 33 xwendekar binçav kirin.
Di çalakiya ciwanan de ku hejmarek rêxistinên sîyasî û sivîl jî beşdar bûbûn, di bin dorpêça polîsan de, derbas bû.
Di navbera Çalakvanan û Polîsan de pevçûn jî derket û 7 kes brîndar bûn.