Li Stenbolê ji ber xwepêşandana Helebçê, polîsan 33 kes binçav kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302362-li_stenbolê_ji_ber_xwepêşandana_helebçê_polîsan_33_kes_binçav_kirin
Li Tirkiyê Bajarê Stenbolê hejmarek rêxistinên ciwanan xwestin, tevkujiya Helepçe şermezar bikin. Çalakvan, rastî astengiya polîsan hatin û 33 xwendekar hatin binçav kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2019 16:56 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê ji ber xwepêşandana Helebçê, polîsan 33 kes binçav kirin

Li Tirkiyê Bajarê Stenbolê hejmarek rêxistinên ciwanan xwestin, tevkujiya Helepçe şermezar bikin. Çalakvan, rastî astengiya polîsan hatin û 33 xwendekar hatin binçav kirin.

Li gor nûçeya K24, li Tirkiyê Bajarê Stenbolê rêxistinên ciwanan û xwendekaran xwestin îro dawîya heftê meşekê ji bo şermezarkirina tevkujiya Helepçê ya bi destê Rejîma Bees a Iraqê, çêkin, lê belê Polîsê Tirkiyê ew asteng kir.

Çalakiya Ciwanan û Xwendekaran, li dergehê Zankoya Stembolê  bi xwendina Marşa Ey Raqip  destpêkir. Polîsan êrîşî çalakiyê kir û  piştre 33 xwendekar binçav kirin.

Di çalakiya ciwanan de ku hejmarek rêxistinên sîyasî û sivîl jî beşdar bûbûn, di bin dorpêça polîsan de, derbas bû.

Di navbera Çalakvanan û Polîsan de pevçûn jî derket û 7  kes brîndar bûn.