Yekîtiya Ewrûpa: Tirkiye ji nirxên Ewrûpa dûr ketiye
Konseya Hevkarîya Tirkiye û Yekîtiya Ewropa, piştî çar salan civiya. Li aliyê Yekîtiya Ewropayê Berpirsa Pêwendiyên Derve û Ewlekariya Ewropayê Federica Mogherini (Fedrîka Mogerînî), Berpirsê Firehbûna Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn (Yohanês Han) beşdar bûn. Şanda Tirkiyê jî bi serperestiya Wezîrê Derve Mewlud Çawuşoglu beşdarî civînê bû.
Di civînê de, rewşa mafên mirovan, çawaniya têkoşîna dijî terorê, hevkariya Gumrikê, Koçberî, Enerjî, serbestiya vîza û mijarên ewlekariyê hatin rojevê.
Piştî civîna Konseya Hevkariyê, Federica Mogherînî rexne li Tirkiyê girtin ku ji pîvanên Yekîtiya Ewropa dûr ketiye, dozger û dadwer tên girtin û serxwebûna dadgehan nemaye.
Mogherini herwiha got:"Me pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropa hildan dest, nêrînên xwe parve kirin ku em Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropa stratejîk dibînin. Yekîtiya Ewropa li Tirkiyê jiber binpêkirina mafên mirovan, astengkirina civaka sivîl, jikar dûrxistina dadwer û dozgeran, serxwebûna dadgehan dilgiran e. Herwiha gelek rojnamevan û çalakên mafnasiyê girtî ne û Tirkiye ji pîvanên Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve."
Johannes Hahn, berpirsê firehbûna Yekîtiya Ewropayê jî da xuyakirin: digel hemû pirsgirêkan, berdewamiya pêwendiyan girîng e.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu got ku ew rexneyên Yekîtiya Ewropa derbarê mafên mirovan de qebûl nakin, dadgeh serbixwe ne û hemû dezgehên wan baş kar dikin.
Çawuşoglu herwiha got: "Ya girîng ne ew e ku di her mijarê de em lihev werin. Bi berdewamiya diyalog û hevkariyê alî hevûdu fêm dikin. Em nêrînên xwe parve dikin. jiber başkirina pêwendiyan civînên asta bilind baş in. Em di asta herêmê de jî bihevre kar dikin. Piştî civînên girîng alî hevûdu agahdar jî dikin bi taybet di warê Sûriyê û Îranê de. Jibo vê diyalogê jî sipas dikim."
Parlemana Ewropayê roja Çarşemê raporta li ser prosesa endamtiya Tirkiyê deng wergirt ku piraniya parlemanteran dengê rawestandina danustandinên endamtiyê dan û sedemên sereke yên vê yekê jî binpêkirina mafên mirovan, astengkirina civaka sivîl, ser bi xwe nebûna dadgehan û zext û fişarên li ser siyaset û dadgehan diyar kirin.