Rêjeya bêkarîyê li Tirkîyê ji %13 derbas bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302354-rêjeya_bêkarîyê_li_tirkîyê_ji_13_derbas_bûye
Rêjeya bêkarîyê li Tirkîyê, di navbera mehên Mijdar û Kanûnê de giheşt 13.5 ji sedê ku ew rêjeya herî bilind ya neh salên borî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2019 14:36 Asia/Tehran
  • Rêjeya bêkarîyê li Tirkîyê ji %13 derbas bûye

Rêjeya bêkarîyê li Tirkîyê, di navbera mehên Mijdar û Kanûnê de giheşt 13.5 ji sedê ku ew rêjeya herî bilind ya neh salên borî ye.

Sazîya Enstîtuya Îstatîstîkî ya Tirkîyê ya dewletê ragihand ku di wan mehan de hejmara kesên bêkar bilind bûye û giheşt 4.3 mîlyon kesan ku ew jî yek mîlyon ji sala borî zêdetir e.

Hikûmeta Tirkîyê di meha Sibatê de kempînek destpê kiribû ku ekonomîya welêt bivejîne û soza afirandina 2.5 mîlyon karên nû dabû.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyip Erdogan û zavayê wî  Wezîrê Darayî Berat Albayrak îdia kiribûn ku Tirkîyê krîza herî xirab ya aborî li pêy xwe hêştiye.

Ji aliyê din ve nirxê lîreyê Tirkiyê jî roj bi roj beramberî dolarê amerîkî kêm dibe û bihayê kelûpelan jî zêde dibe û wer xuya dike ku pêşerojeke zehmet û dijwar li pêşiya xelkê Tirkiyê ye.