Pêgiriya Çawûşoxlû li ser bandora Pêvajoya Astaneyê li ser aramiya Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302338-pêgiriya_Çawûşoxlû_li_ser_bandora_pêvajoya_astaneyê_li_ser_aramiya_sûriyê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê pêkanîna pêbaweriyê navbera aliyên şêrr li Sûriyê û aramî û ewlehiya ber bi pêşketinê li vî welatî encama Pêvajoya Astaneyê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2019 04:27 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Çawûşoxlû li ser bandora Pêvajoya Astaneyê li ser aramiya Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê pêkanîna pêbaweriyê navbera aliyên şêrr li Sûriyê û aramî û ewlehiya ber bi pêşketinê li vî welatî encama Pêvajoya Astaneyê da zanîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoxlûyê Wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja Pêncşemiyê li konferansa "Piştevaniya ji pêşeroja Sûriyê û navçeyê" li Brûkselê got: Gotûbêjên Tirkiye, Îran û Rûsiyê wek weltên garantorê Pêvajoya Astaneyê roleke kêrhatî û erênî li pêvajoya pêkanîna pêbaweriyê navbera aliyê pevçûnê û kêmkirina kêşeyan li Sûriy hebûye.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha got: Enqere bi hevahengiya tam digel Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji rêya Pêvajoya Astaneyê jibo bidestxistina rkareka siyasî li Sûriyê alîkariyê dike.

Çawûşoxlû her wiha got: Di encama hevkariyên li Pêvajoya Astaneyê, pêvajoya Damezirandina Komîtea Qanûna Bingehîn a Sûriyê gihîştiye qonaxa dawiyê û hêvî heye ku rewşeka guncan û munasib jibo lidarxistina hilbijartina azad li Sûriyê bi zîrevaniya NY were dabînkirin.

Sêyemîn Konferansa hevpar a Yekîtiya Ewropayê û NY bi navê "Piştevaniya ji pêşeroja Sûriye û navçeyê" ji 12 heta 14ê Adarê li Brûkselê hat lidarxistin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.