Topbarana Tirkiye: Welatiyek û 3 leşkerên Sûriye brîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302311-topbarana_tirkiye_welatiyek_û_3_leşkerên_sûriye_brîndar_bûn
Di encama topbarana Artêşa Tirkiyê û terorîstên bi navê Artêşa Azad ji gundewarên bajarokê Şêrawa yê Efrînê, welatiyek û 3 leşkerên Sûriyê brîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 14, 2019 10:54 Asia/Tehran
  • Topbarana Tirkiye: Welatiyek û 3 leşkerên Sûriye brîndar bûn

Di encama topbarana Artêşa Tirkiyê û terorîstên bi navê Artêşa Azad ji gundewarên bajarokê Şêrawa yê Efrînê, welatiyek û 3 leşkerên Sûriyê brîndar bûn.

Medya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat PYD belav kiriye, Artêşa Tirkiyê û terorîstên Artêşa Azad ji gundê Kîmar ê navçeya Şêrawa, gundên din ên wê navçeyê topbaran kirin. Di encam de welatiya bi navê Henan Mistefa, û 3 leşkerên Artêşa Sûriyê brîndar bûn û ziyanek madî gihişt mal û otombêlên welatiyan.

Jêdera navborî belav jî kiriye, ew welatiya sivîl ji bo nexweşxana Efrîn a navçeya Fafîn ya devera Şehba hatiye veguhestin û hîn jî,  topbaran berdewam e.

Duhî Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihandibû, ku hêzên YPG ji navçeyên hevsînorî yên Efrînê yên di bin kontrola wê de, bajarê Efrînê topbaran dike.

Di encama operesiyona dagîrkerî ya Artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re ya ser navê qaşo Çiqilê Zeytûnê de û dagîrkirina bajarê Efrînê û gund û bajarokên ser bi wê,  li dora 150 hezar ji kurdên devera Efrînê koçberî devera Şehba, gundên navçeya Şêrewa û Niblê bûne û li wir  dimînin û deriyên vegerê ji aliyê artêşa Tirkiyê li ber wan hatine girtin.