Parlemana Ewropayê pêwendiyên ligel Tirkiyê bi dawî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302304-parlemana_ewropayê_pêwendiyên_ligel_tirkiyê_bi_dawî_kir
Raportora Parlemana Awropayê ya Tirkiyê Kate Piri di civîna giştî daxwaza wê yekê kir ku peywendiyên Parlemana Ewropayê ligel Tirkiyê bêne rawestandin. Pêşnîyaza Kate Piri hate qebûlkirin. Di dengdanê de 370 qebûl û 109 red derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 14, 2019 08:10 Asia/Tehran
  • Parlemana Ewropayê pêwendiyên ligel Tirkiyê bi dawî kir

Raportora Parlemana Awropayê ya Tirkiyê Kate Piri di civîna giştî daxwaza wê yekê kir ku peywendiyên Parlemana Ewropayê ligel Tirkiyê bêne rawestandin. Pêşnîyaza Kate Piri hate qebûlkirin. Di dengdanê de 370 qebûl û 109 red derket.

Di raporê de bi sedema îxlal û binpêkirina mafên mirovan tê xwestin ku têkiliyên Yekîtiya Awrûpa û Tirkiyê bêne rawestandin. Di vê mijarê de bang li Komîsyona Awrûpa û Konseya Yekîtiya Awrûpayê tê kirin. Partiya gel ya Awrûpayê ku di Parlemanê de gurûba herî mezin e, dixwaze hevdîtinên navbera Tirkiyê û Yekîtiya Awrûpayê bi temamî biqedin.

Di civîna Parlemana Ewropayê de pêşnîyaza Kate Piri hate qebûlkirin. Di dengdanê de 370 qebûl û 109 red derket herwiha 143 kesan jî denê bêterefiyê dan vê daxwazê.

Di rapora îxlala mafê mirovan de parlemanterê Hollandî Kate Piri behsa girtina Osman Kavala û Selahattin Demirtaş dike ku keyfî hatine girtin. Behsa zextên ser diyanete, girtina 160 rêxistinan, gendelî, zora ser civakên ayînî, rewşa awarte, behsa komisyona rewşa awarte tê kirin ku hêj 80 hezar dosya li benda encamê ne.Ev mijar hemû dijî Tirkiyê ne.

Di vê rewşa ku parlemanterên ewropî bifermî dengê rawestana muzakireyên endambûna Tirkiyê di nav Yekitiya Ewropayê de dane, Rûniştina Konseya Hevkariyên Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê  piştî çarasalan rawestanê biryar eîna tê cardin li Brûkselê were lidarxistin.

Tirkiyê 14  Nîsana 1987 xwestibû ku bibe endamê Civaka Ewropayê ku paşê navê Yekitiya Ewropayê lê kirin û di 12 Kanûna 1999 de bi fermî wek namzedê endambûna vê yekitiyê hat pejirandin û muzakireyên endambûna wî li ser 35 babetan ji 3 Cotmeha 2005 despê kir  ku li bara 22 babetan qet encamek bidest neket.

Herwiha li van du salên borî bitaybet piştî Darbeya Bêencam a 15 Tîrmeha 2016 pêwendiyên Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê ji ber kiryarên nedemokratîk ên vî welatî û girtina bi sedan hezar  kes ji dijberan bi heceta desthebûna li darbeya hanê û endambûna di nav PKKê dealoz bû.

Li aliyê din ve Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ti wateya wê biryarê bo wan tuneye û ew ti giringiyê nadin wê biryarê.