Li Amedê dest bi ser 1195 bermayiyên dîrokî de hate girtin
Li Amedê di encama operasyonekê de hezar û 195 bermayiyên dîrokî û 7 gram bûjen (madde) ku tê gotin kaliforniyum e hate bi destxistin. 3 kes jî hatin desteserkirin.
Walîtiya Amedê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku piştî lêkolînên dûrûdirêj, tîmên Birêveberiya Beşa Tawanên Rêxistinî ya Fermandariya Leşkerî ya Bajarê Amedê û ya navçeya Kayapinarê, li navçeya Kayapinarê bi ser malekê de girtine.
Walîtiyê daye zanîn ku di encama biserdegirtina malê de hezar û 195 bermayiyên dîrokî ku piraniya wan polik in û 7 gram bûjen ku tê gotin bûjena kaliforniyumê ye hatiye bidestxistin.
Herwiha hatiye ragihandin ku têkildarî mijarê 3 kes jî hatine desteserkirin û yek ji wan 3 kesên ku hatine desteserkirin, di amadekariya firotina van polik û berhemên din ê dîrokî û bûjenê de bûye.
Hate zanîn ku ji bo li ser ew berhemên dîrokî û wê bûjena ku tê gotin bûjena kaliforniyumê ye, lêkolîn bêne kirin, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaz ji AFAD û Dezgeha Enerjiya Atomî ya Tirkiyê hatiye kirin ku tîmên xwe yên pispor bişînin.
Bûjena Kaliforniyum ku ji ber cara yekem li Zanîngeha Kaliforniyayê hate lêkolînkirin û ji ber vê yekê navê zanîngehê lê kirine, yek ji bûjenên herî xeternak in û di sirûştê de nayê dîtin.
Kaliforniyum, piranî di reaktorên nukleerî, di lêgerîna zêr û zîv, di kolana bîrên neftê û amûrên pîvana rewayê de tê bikaranîn.