Hevserokê HDP`ê: Em ê kar bo avakirina komareke demokratîk bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302272-hevserokê_hdp_ê_em_ê_kar_bo_avakirina_komareke_demokratîk_bikin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Sezaî Temellî ragihand ku ew ê di nava niştimaneke hevbeş de, kar ji bo avakirina komareke demokratîk bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2019 16:54 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDP`ê: Em ê kar bo avakirina komareke demokratîk bikin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Sezaî Temellî ragihand ku ew ê di nava niştimaneke hevbeş de, kar ji bo avakirina komareke demokratîk bikin.

Sezaî Temellî di çarçoveya kampanyaya hilbijartinên şaredariyan de, li navçeya Qoser a Mêrdînê beşdarî mîtînga HDP`ê bû û têde gotarek pêşkêş kir û got ku gelên Tirkiyê bi sedan û hezaran salan bi hev re jiyane û hêvî kir ku ev bihevrejiyan berdewam be.

Temellî got: “Em dê biçin ser sindoqan, ber bi îradeya xwe ve, ber bi pêşeroja xwe, jibo pêkvejiyanê, ji bo avakirina komareke demokrat li welatê me yê hevbeş, hemû tevde em ê ji bo azadî û aştiyê, strana demokrasiyê bêjin.”

Temellî tekez kir ku ew dê bi îradeyeke bihêz ji bo bihevrejiyanê û siberojeke ronî, biçin ser sindoqên dengdanê. Bi gotina Temellî, ew dê ji bo aştî û demokrasiyê xebatê bikin.

Hevserokê HDP`ê wiha axivî: “Em xebatê dikin ji bo ku aştî bê bo vî welatî, em di çarçova dabînkirina rifah û rehetîyê bo vî welatî de xebatê dikin. Di roja dengdanê de her dengek weke şoreşekê ye û divê haya me tevan jê hebe.”

HDP`ê dixwaze hejmoniya AKP`ê li deverên kurdnişîn ên Tirkîyê kêmtir bike, daku nekaribe dubare sîstema qeyûman bikar bîne. HDP herwiha di qonaxa  duyem de jî dixebite û hewl dide eniya opozisyonê li Tirkiyê bihêz bike û serkevtina wan li bajarên mezin ên Tirkiyê yekalî bibe