Girtina zêde ji nîv milyon kesî têkildarî dosiya Gulen li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302224-girtina_zêde_ji_nîv_milyon_kesî_têkildarî_dosiya_gulen_li_tirkiyê
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê diyar kir: Hejmara girtiyên kesên gumanbraê têkiliya bi koma Fethullah Gulen,tawanbarê sereke yê darbeya bêencam a Tîrmeha 2016`an gihêştiye 511 hezar kesî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2019 12:53 Asia/Tehran
  •  Girtina zêde ji nîv milyon kesî têkildarî dosiya Gulen li Tirkiyê

Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê diyar kir: Hejmara girtiyên kesên gumanbraê têkiliya bi koma Fethullah Gulen,tawanbarê sereke yê darbeya bêencam a Tîrmeha 2016`an gihêştiye 511 hezar kesî.

 Li gorî rapora rojnama Miliyetê, Sulêyman Soylû roja yekşemiyê li civîna rojnamevaniyê raghand ku  ji 511 hezar gumanbarên  girtî bi tawana  peywendiya bi koma Gulen re, 31 hezar kes hîn di hewsê de ne.

 Soylû her wiha got: Li wezareta karên hundir û li nav hêzên polîs, 39 hezar kes bi tawana peywendiya bi koma Gulen hatine derxistin.

 Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an  dizane,  lê Gulen  xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.