Nûçegihanên almanî ji Tirkiyê tên derxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302211-nûçegihanên_almanî_ji_tirkiyê_tên_derxistin
Dewleta Tirkiyê ji sê nûçegihanên kanala ZDFê û rojnameyên NDR û Taks Şpîgelê yên Almanyayê xwest ku di heyama 10 rojên din da axa Tirkiyê biterkînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2019 06:31 Asia/Tehran
  • Nûçegihanên almanî ji Tirkiyê tên derxistin

Dewleta Tirkiyê ji sê nûçegihanên kanala ZDFê û rojnameyên NDR û Taks Şpîgelê yên Almanyayê xwest ku di heyama 10 rojên din da axa Tirkiyê biterkînin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Dewleta Tirkiyê roja Yekşemiyê sê nûçegihanên almanî yên Kanala ZDF û rojanmeyên NDR û Taks Şpîgelê derxist6in.

Ev di rewşekê da ye ku Hayko Mas Wezîrê karên derve yê Almanyayê tevî rexneya ji vî karê Tirkiyê got: Derxistina nûçegihanên almanî ji Tirkiyê nayê qebûlkirin û Almanya dê li hemberî vî karî bisenike.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê destnîşan kir ku bêyî çapemeniyên rxnekir, dê dêmokrasî tunebe.

Yûrge Biras Serokê ofîsa kanala ZDFê ku pêştir terka Tirkiyê kiriye dibêje: Ez di heyama çalakiya xwe li Îranê tûşî astengiyê nebûm, lê li Tirkiyê ku hevpeymanê Almanyayê li Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakûr (NATO) ye, ez hertim tûşî astengî û pirsgirêkan bûm.

Wezareta karên derve ya Almanyayê roja Şemiyê hişyarî da welatiyên xwe ku eger dil hene sefera Tirkiyê bikin, bi baldarî nêrînên xwe derbibirin, ji ber ku renge tûşî xetera girtinê bên.