Namzediya Çermreşekî li Hilbijartina Şaredariyên Tirkiyê
Adar 11, 2019 06:31 Asia/Tehran
Çermreşek jibo Hilbijartina Şaredariyên Tirkiyê ya 31ê Adara 2019an bû berendam.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê, Mesûd Mercan 47 salî û bi eslê xwe ji Sûdanê ye.
Ew li Hilbijartina Şaredariyên Tirkiyê ji aliyê Partiya Dêmokrat a Tirkiyê va jibo şaredarya navçeya Selcûqê li bajarê Izmîrê bûye namzed.
Mesûd Mercan ji wan sûdaniyan e ku ji 400 salan beriya niha va hatine navçeya Anatoliyê.
Berendamê Partiya Dêmokrat a Tirkiyê bi gotina vê yekê ku rengê çermê wî dikare serpişkiyek bo wî be, gotiye ku eger were hilbijartin, dê di çalakiya xwe da bala giştan bikişîne ser Izmîrê.