Temelli: %6 dengên AKP`ê vegeriyane bo HDP`ê
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli got: “Daketina dengên AKP`ê berdewam e. Ji sedî 6 hilbijêrên Kurd ên ku berê dengê xwe didan AKP`ê, dest ji AKP`ê berdane.”
Hevserokê Partiya Demokrasiya Gel (HDP) Sezai Temelli, di mîtîngeke vê partîyê ya di çarçova hilbijartinên herêmî de axivî û got: “Egera ku em li Çewlig, Qers û Mûşê bi ser bikevin zêde bûye. Kêmbûna rêjeya dengên AKP`ê berdewam e. Ji sedî 6 hilbijêrên Kurd ên ku berê dengê xwe didan AKP`ê, niha dengê xwe didin me.”
Sezai Temelli, di berdewamiya axaftina xwe de, rexneyên tûnd li qeyyûmên ku ji alî hikûmeta AkP`ê ve li ser şaredariyên HDP`ê hatin danîn kir û got: “Divê ji xwe re rûnin û nirxandinekê bikin gelo sîyaseta tund, zext û zilmê Tirkiye aniye kêderê. 17 sal in li Tirkiyê desthilatdar in. Ji bo ku mirovan ji HDP`ê û ji sandoqan dûr bixe, wan ditirsîne. Îradeya gelê Kurd nas nake û hewl dide siyaseta xwe li ser dijberiya li hemberî Kurdan pêk bîne, bi vê ferasetê pêngava radike. Qeyyûm, nîşaneya vê siyaseta wan in.”
Hevserokê HDP`ê Sezaî Temelli, di berdewamiya axaftina xwe de got ku “Li ser 96 şaredariyên me qeyyûm hene.” Wî wiha domand:“Kêr gihîştiye hestî. Gendelî, bêkarî, qedexekirina çand û zimîn, girtin û talankirin û desteserkirina televizyonan tol û hêrs derxistine holê. Ligel vê rewşê jî ti kesî hêviya xwe wunda nekiriye. Di dema gerên xebatên hilbijartinan de, li hemû cihên ku em çûnê, kesên ku berê dengên xwe nedane HDP`ê jî, êdî ji AKP`ê dûr ketine û bi HDP`ê re bûne yek.”
Sezai Temelli, da zanîn ku di destê wan de anketên ku AkP`ê li seranserî Tirkiyê lidar xistine hene û got: “Li gor tabloyê, kêmbûna dengên AKP`ê ku di 24`ê Hezîranê de destpê kiribû, berdewam e. Xuya ye rêjeyeke ji sedî 5 an 7`ê dengên wê kêm bûne. Bi taybetî li dijî hevpeymaniya AKP û MHP`ê rikberiyek bilind didome. Egera ku em li Çewlig, Qers û Mûşê bi ser bikebin zêde bûye. Lê em dê berdewam bixebitin û tiştekî xwe ji şansê re nehêlin.”