Erdogan bo Amerîka: Ne S-400 dikarin S-500 jî bikirin
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li bersiva Wezareta Parstinê ya Amerîkayê (Pentegon) got: Kirîna mûşekên S-400 ti pêwendiya xwe bi ewlehiya Amerîkayê re tine.
Li gor ISNAyê, Serokomarê Tirkiyê îro bal kişand ser vê yekê ku ti pêwndiyeke heta biçûk jî ya kirîna mûşekên S-400 bi NATO û bi kirîna balafirên şêr ên F-35 û ewlehiya Amerîkayê re tine û got: Dijberiyên Amerîkayê li dijî Tirkiyê ji ber pêngavên Tirkiyê li Sûriyê ye.
Serokomarê Tirkiyê herwiha desnîşan kir ku biryara kirîna S-400 ji Rûsyayê li gor berjiwendiyên hevpar pêşve diçe û gefên Amerîkayê ti bandorekê ser vê biryarê nake.
Erdogan ji medyaya Tirkiyê re axivî û da zanîn, ew bi ti awayî nikarin ji kirîna mûşekên S400an vegerin. Vegera ji kirîna S400an ne exlaqî ye û bila ti kes hêvî neke ku Tirkiye paşde gav bavêje.
Erdogan herwiha tekez kir: Wan bi Rûsyayê re lihev kirine û ewê sîstema berevaniyê S-400an bikirin, piştre jî dibe ew S-500an jî bikirin.
Erdogan eşkere jî kir, Mûşekên S400 dê di meha Tirmehê de bigihin destê wan.
Mijara kirîna S-400an di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûye nakokiyek dijwar û duh Amerîka dabû zanîn ku heger Tirkiye S-400an ji Rûsyayê bikire, ew ê Tirkiyê ceza bikin.
Berdevkê Pentagonê Charles Summers jî roja înê hişyarî dabû Tirkiyê ku heke mûşekên S-400 ji Rûsyayê bikire wê bi rewşekek xirab re rûbirû bibe.