Erdogan bo Amerîka: Ne S-400 dikarin S-500 jî bikirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302178-erdogan_bo_amerîka_ne_s_400_dikarin_s_500_jî_bikirin
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li bersiva Wezareta Parstinê ya Amerîkayê (Pentegon) got: Kirîna mûşekên S-400 ti pêwendiya xwe bi ewlehiya Amerîkayê re tine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2019 08:25 Asia/Tehran
  • Erdogan bo Amerîka: Ne S-400 dikarin S-500 jî bikirin

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li bersiva Wezareta Parstinê ya Amerîkayê (Pentegon) got: Kirîna mûşekên S-400 ti pêwendiya xwe bi ewlehiya Amerîkayê re tine.

Li gor ISNAyê, Serokomarê Tirkiyê îro bal kişand ser vê yekê ku ti pêwndiyeke heta biçûk jî ya kirîna mûşekên S-400 bi NATO û bi kirîna balafirên şêr ên F-35 û ewlehiya Amerîkayê re tine û got: Dijberiyên Amerîkayê li dijî Tirkiyê ji ber pêngavên Tirkiyê li Sûriyê ye.

Serokomarê Tirkiyê herwiha desnîşan kir ku biryara kirîna S-400 ji Rûsyayê li gor berjiwendiyên hevpar  pêşve diçe û gefên Amerîkayê ti bandorekê ser vê biryarê nake.

 Erdogan ji medyaya Tirkiyê re axivî û da zanîn, ew bi ti awayî nikarin ji kirîna mûşekên S400an vegerin. Vegera ji kirîna S400an ne exlaqî ye û bila ti kes hêvî neke ku Tirkiye paşde gav bavêje.

Erdogan herwiha  tekez kir: Wan bi Rûsyayê re lihev kirine û ewê sîstema berevaniyê S-400an bikirin, piştre jî dibe ew S-500an jî bikirin.

Erdogan eşkere jî kir, Mûşekên S400 dê di meha Tirmehê de bigihin destê wan.

Mijara kirîna S-400an di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûye nakokiyek dijwar û duh Amerîka dabû zanîn ku heger Tirkiye S-400an ji Rûsyayê bikire, ew ê Tirkiyê ceza bikin.

Berdevkê Pentagonê Charles Summers jî roja înê hişyarî dabû Tirkiyê ku heke mûşekên S-400 ji Rûsyayê bikire wê bi rewşekek xirab re rûbirû bibe.