Erdogan li Diyarbekrê Pirsa Kurd neanî ziman
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKP Receb Teyib Erdogan di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên herêmî de, seredana Diyarbekrê kir.
Erdogan got, ku ev seredana wî îsal a çarem a li Diyarbekrê ye. Ji ber ku Diyarbekir Tirkiye ye, Tirkiye jî Diyarbekr e.Erdogan herwiha îdia kir: Ewrên terorê li ser Diyarbekrê pêl dabûn, lê hukimeta Tirkiye Diyarbekir ji vê belayê azad kir û rûyê Diyarbekrê jî hate guhertin.
Erdogan di dewama gotinên xwe de dîsa îdia kir ku rewşa ewle û pêşkeftî ya Diyarbekrê girêdayî xebata desthilata Tirkiye ye. Şaredariyên HDP piştgirî didan terorîstan, pere rêdikirin Qendîlê, lê Qeyyûm wan pereyan li Diyarbekrê xwerc kirin.
Eva di rewşekê de ye ku piraniya xelkê kurd ê Diyarbekirê ji kar û hewldanên Qeyyûman ku cihê şaredarên bijarte yên gel danîne razî nînin.
Erdogan herweha behsa çendîn projeyên desthilatê li Diyarbekrê kir, bi taybetî jî avakirina nexweşxanan.
Lê belê Erdogan qet Pirsa Kurd li Diyarbekrê neanî ziman.
Hêjayî gotinê ye ku artêş û hêzên ewlehiya dewleta Tirkiyê ya bi serokatiya Erdogan li sala 2016 bi henceta derxistina hêzên PKK ji bajêr êrişî ser bajarê Diyarbekirê bi taybet êrişî ser Sûr a wê kir ku di encamê de bi dehan sivîl bûn qurbanî ku gelek ji wan jin û zarok bûn û ji bilî vê yekê Sûr bi tûm wêran kirin.