HDPê ji bo hilbijartinan li Stenbol çalakiyek li dar xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302170-hdpê_ji_bo_hilbijartinan_li_stenbol_çalakiyek_li_dar_xist
Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Stenbolê jibo xebatên hilbijartinan li navçeya Zeytînburnuyê civîneka gel lidarxist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2019 06:39 Asia/Tehran
  • HDPê ji bo hilbijartinan li Stenbol çalakiyek li dar xist

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Stenbolê jibo xebatên hilbijartinan li navçeya Zeytînburnuyê civîneka gel lidarxist.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û rêveberên bajar û navçeyan jî tevlî civînê bûn. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî li vir axifî Buldan di destpêka axaftina xwe de got, min ji Şirnex, Cizîr û li bajarên kurdan silav ji were anî û wiha got: “Em hatine ku careke din Stenbolê ji destê desthilata yêkalîperestî derxinin. Em hatine ku li Stenbolê aşitî, azadî û demokrasîyê serwer bikin. Bêguman Stenbol tê wateya Tirkîye yê. Bi qezenckirina Stenbolê qezenckirina Tirkîyê ye. Di serî de Stenbol me li gelek bajarên mezin namzed nîşan nedan. Yêk ji van jî navçeya Zeytînburnuyê bû. Lê ev nayê wê wateyê ku em li şaredarîya Zeytînburnuyê nûnertîyê dernexinin. Divê em jibo ku tifaqa AKPê û MHPê heta ku paşve bibin heya 31 Adarê em ê bi şev û roj bixebitin. Em ê Stenbolê radestî faşîzmê nekin.”

Buldan behsa çalakîya girevên birçîbûnê jî  kir û got divê daxwazên kesên di girevên birçîbûnê de werin qebûlkirin.