Meşqa herîmezin a deryayî ya Artêşa Tirkîyê bi dawî hat
Adar 09, 2019 14:41 Asia/Tehran
Meşqa herîmezin a deryayî ya Artêşa Tirkîyê ku bi awayekî hevgav li Deryayên Reş, Eje û Sipî hat lidarxistinê, bi dawî hat.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Meşqa herîmezin a deryayî ya Artêşa Tirkîyê ku bi awayekî hevgav li Deryayên Reş, Eje û Sipî hat lidarxistinê, bi dawî hat û paporên Artêşê ji Tebgerêya Bosforê zivirîn Navenda Fermandetîya Hêza Deryayî.
Tê gotin ku ew meşa şeşrojî, Meşqa herîmezin a deryayî di dîroka cimhûrîya Tirkîyê bû ku bi pişkdarîya 103 gemîyan û 2 gemîyên Jêrderyayî, gemîyeke ardûgîhan û gemîyeke Garda Perravê bi awayekî hevgav li Deryayên Reş, Eje û Sipî hat lidarxistinê.