Tirkiye li dijî biryara Belcîkayê ya derbarê PKK`ê de derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302159-tirkiye_li_dijî_biryara_belcîkayê_ya_derbarê_pkk_ê_de_derket
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, biryara Dadgeha Belcîkayê ya derbarê PKK`ê de bi tundî rexne kir û ragihand, “Ev biryar, ji bo rêxistinên terorîst qadeke xeternak a îstismarê vedike.” Dadgeha Belcîkayê di derbarê 36 kesan de ku yek ji wan berpirsê PKK`ê yê Ewropayê ye, biryar daye ku nabe bi navê “terorîzmê” dîwana wan bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2019 13:25 Asia/Tehran
  • Tirkiye li dijî biryara Belcîkayê ya derbarê PKK`ê de derket

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, biryara Dadgeha Belcîkayê ya derbarê PKK`ê de bi tundî rexne kir û ragihand, “Ev biryar, ji bo rêxistinên terorîst qadeke xeternak a îstismarê vedike.” Dadgeha Belcîkayê di derbarê 36 kesan de ku yek ji wan berpirsê PKK`ê yê Ewropayê ye, biryar daye ku nabe bi navê “terorîzmê” dîwana wan bikin.

Li Belcîkayê, Dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Brukslê, di dozekê de ku li dijî hin endamên PKK`ê hatibû vekirin, biryar da ku ‘nabe ew kes bi tawana terorîzmê bêne muhakimekirin û Dozgriya Federal, di derbarê vê dozê de biryara ‘neşopandinê’ da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy, di daxuyaniya di derbarê biryara Dadgeha Belcîkayê de ragihand ku tevî ku Dozgeriya Federal a Belcîkayê belgeyên di derbarê PKK`ê de pêşkêş kirine, Dadgeha Belcîkayê ev biryarê daye û got: “Ev biryar, ji bo rêxistinên terorîst qadeke xeternak a îstismarê vedike.”

Aksoy, destnîşan kir ku dê Tirkiye, li dijî vê biryarê, tekoşîna xwe ya hiqûqî bimeşîne û got: “Derfet heye ku em li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Bilind a Belcîkayê bidin.

Di doza 36 kesên ku berpirsen bilind ên PKK`ê jî di nav wan de bûn, 36 gumanbar, bi tohmeta ‘beşdarbûna di çalakiyên PKK`ê de’ û ‘di nav rêxistinê de postên curbicur wergirtine’ hatin muhakimekirin. Dadgeha Belcîkayê li ser wê dozê roja înê biryara “nabe ku ser navê terorîzmê bêne muhakimekirinê” dabû.

Piştî biryara dadgehê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Belcîkayê Matthieu Branders bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku li Belcîkayê Dezgeha Dadwerîyê serbixwe ye.”