Êrîşa polîs ser avahiya HDPê li parêzgeha Diyarbekirê
Şeva çûyî hêzên polîsê Tirkiyê bi êrîşa ser avahiya Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) li parêzgeha Diyarbekirê, heft kes ji endamên vê partiyê girtin.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zar Rojnameya Cumhuriyetê, Şeva çûyî hêzên polîsê Tirkiyê bi êrîşa ser avahiya Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) li parêzgeha Diyarbekirê, heft kes ji endamên vê partiyê girtin..
Roja bihurî ku 10 kes ji endamên HDPê b mebsta iştevaniya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê bi nîşana nerazîtiya li hemberî zindaniya Ebdullahh Ocalan li avahiya HDPê li Diyarbekirê ketibûn greva birçîbûnê, tûşî êrîşa hêzên polîsê Tirkiyê bûn.
Hêzên polîs destpêkê bi tevdîrên giran ên ewlehiyê li derdora avahiyê ketin navenda HDPê û endamên vê partiyê ku ketibûn grevê girtin.
Li halekî ku ev kes bo navenda Polîs dihatin veguhestin, hêzên polîsê Diyarbekirê dest bi rakirina wêne û posterên HDPê ji nav avahiya partiyê kirin.