Wezîrê Berevanîya Tirkîyê: Divê Hêzên PKK`ê ji Sûrîyê derkevin
Adar 08, 2019 15:01 Asia/Tehran
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê pêgirî ser pêwîstîya derketina hêzên PKK`ê ji şarê Minbic ê li bakura Sûrîyê kir.
Li gorî rapora Televîzyona Al Mayadeen`ê, Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulûsî Akar îro herwiha ji Amerîkayê xwest ku çekên dane YPG`yîyên li Minbicê, ji wan bistîne.
Wî di eynî demê da ragihand ku muzakira digel Amerîkayê têkildarî kirrîna sîstema mûşekî ya Patiryotê didome.
Xulûsî Akar herwiha got ku hevtûşê wî yê amerîkî ji wî re gotîye ku pejirandina kirrîna balafirên cengê yên F-35`ê bi rêya Kongira Amerîkayê nepêkan e û Tirkîye divê jibo çareserkirina vê mijarê hewil bide.