Tirkîye: Bila endamên NATO`yê destwerdanê di biryarên me da nekin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê, ji hevpeymanên xwe yên endamê NATO`yê xwest ku xwe ji destwerdana di biryarên Enqerê da dûr ragirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu derbarê berteka Amerîkayê û hin endamên NATO`yê li hemberî kiryara Tirkîyê ya kirrîna sîstema mûşekî ya S-400`ê ji Ûrsêtê de got: Enqerê çend salan çek ji hevpeymanên xwe li NATO`yê xwestin lê wan karek nekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê pêgirî kir: Hevpeymanên ku çekên sivik nedan Tirkîyê, nabe ji ber ku em sîstema mûşekî ya S-400`ê ji Ûrsêtê dikirrin, aciz bibin.
Çavûşoglu herwiha got: Heta dema ku Amerîka û hevpeymanên din ên Tirkîyê yên endamê NATO`yê çekên ku jibo Enqerê pêwîst in nefiroşin Tirkîyê, mafê tineye ku destwerdanê di biryara Tirkîyê ya kirrîna çekan ji welatên ne endamê NATO`yê de bikin.
Peymana firotina sîstema mûşekî ya S-400`ê bo Tirkîyê di Kanûna sala 2017`ê da hat wajokirinê.
Amerîkayê hişyarî daye Tirkîyê ku heke wê ssîtema mûşekî ji Ûrsêtê bikirre, yê pêrgî boykotên Waşîngtonê bibe.