Erdogan: Em ji wergirtina mûşekên S-400`ê venagerin
Adar 07, 2019 04:38 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkîyê got ku ev welata tu wexta ji lihevkirina digel Ûrsêtê ya têkildarî kirrîna sîstema mûşekî ya S-400`ê venagere.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan şeva çûyî ragihand: Renge Tirkîye piştî wergirtina mûşekên S-400`ê, bi dû wergirtina sîstema mûşekî ya S-500`ê jî bigere.
Serokomarê Tirkîyê herwiha ragihand ku heke Amerîka nikare çekên xwe ji Sûrîyê vegerîne, divê wan bide Tirkîyê.
Serokomarê Tirkîyê herwiha got ku welatê wî nikare razî be ku kontrolkirina ``navça ewleh`` li Sûrîyê di destê welatekî din da be.