Biryara Tirkiyê bo vekirina derbasgeha sînorî ya bi Efrînê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302056-biryara_tirkiyê_bo_vekirina_derbasgeha_sînorî_ya_bi_efrînê_re
Wezîra ticaretê yê Tirkiyê raghand ku Tirkiye li rojên tê dê derbasgeheke sînorî bi navça Efrînê re li bakurê Sûriyê bona derbaskirina kelûmelên Tirkiyê bo Sûriyê veke.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Adar 06, 2019 12:41 Asia/Tehran
  •  Biryara Tirkiyê bo vekirina derbasgeha sînorî ya bi Efrînê re

Wezîra ticaretê yê Tirkiyê raghand ku Tirkiye li rojên tê dê derbasgeheke sînorî bi navça Efrînê re li bakurê Sûriyê bona derbaskirina kelûmelên Tirkiyê bo Sûriyê veke.

 Li gorî rapora Reuters`ê, Ruxsar Pekcan, roja çarşemiyê got: Derbasgeha sînorî ya Tirkiyê bi Efrînê re li parêzgeha Helebê nasiyar bi Çiqila Zeytûnê, amadeyî behrewergirtinê ye û dê bi zûtirkê xebata xwe destpê bike.

 Li gor nûçeyeke din, artêşa Tirkiyê, sêşemiyê şevê, hevgavê hizûra Cêyms Cêfrî şandiyê taybet ê Donald Trump li dosiya Sûriyê li Enqerê, bi awayekî sembolîk beşek ji  yekînên komandoyî û zirihî yên xwe guhest  meqera bajarê Hatayê li sînorê Sûriyê.

 Xilûsî Akar, wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê vê dawiyê raghand ku hêzên eskerî yên Tirkiyê li benda fermana  Receb Teyib Erdogan serokkomarê vî welatî ne da ku bi zûtirkê êrişî ser rojhilata Firatê bikin.

 Tirkiye û Emerîka ji çend mehna berî niha ve li halê şêwirîna li bara navçên  bakurê Sûriyê ne, Tirkiye  ji ber çekdarkirina  Yekînên  Parastina Gel( YPG) li bakurê Sûriyê dilgiran e û bi caran peywendiyên navbera Enqerê û Waşengtonê ji ber vê meselê aloz bûye.