Ihtimala damezirandina partîyên nû yên neyarê AKP`ê xurt bûye
Çavdêrekî meseleyên sîyasî yê Tirkîyê dibêje ku meseleya damezirandina partîyên nû yên dijberê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji gotegotê nêzîkî rastîyê bûye.
Çavdêrê meseleyên sîyasî yê Tirkîyê Êhsan Kaçar di hevpeyvîna digel Radyoya Istenbolî ya Îranê de amajeyî mijara damezirandina partîyên nû li Tirkîyê kir û got: Yek ji wan partîyana yê bi destê Serokomarê berê Ebdullah Gul û Wezîrê Karên Derve yê berê Elî Babacan û yk jî dê bi destê Wezîrê Karên Derve yê berê Ehmed Dawûdoglu were damezirandinê.
Wî çavdêrê meseleyên sîyasî herwiha got: Heta endam û kadroyên wan partîyan jî heta radeyekê hatine kivşkirin û kemilandinê û tenê li benda ragihandinê ne ku li gorî ihtimaleke zêde ew yeka yê piştî hilbijartinên şaredarîyan di 31`ê Adarê de, pêk bê.
Êhsan Kaçar ``daketina asta hebandina parlimanterên AKP`ê`` sedema cidabûna ji vê partîyê da zanîn û got: Serokê AKP`ê Receb Teyîb Erdogan jî berî vîya ji Partîya Refah a vî welatî cida bû û helwesta Erdogîn a kirêtzanîna karê Gul, Babacan û Dawûdoglu ku ji AKP`ê cida bûne, yê dûhatên erênî neyne.