Hejmarek ji gumanbarên alîgîriya Gulen li hêza hewayî ay Tirkiyê hatin girtin
Di encama operasyonekê li hêza hewayî ya Tirkiyê de, 30 çekdarên ku gumanbar in bi Koma Gulen re peywendiya wan hebûye, hatin girtin.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, 19 kesên girtî li ser karên xwe bûn û û yên din jî ji kar hatibûn dûrxistin.
Girtina tawanbarên li endametiya li Koma Gulen li hêzên leşkerî yên Tirkiyê di mideha du mehên vê dawiyê de zêde bûye.
Dewleta Enqerê îdia dike ku Fethullah Gulen û alîgirên wî bi damezirandina komekê û bi bandora li nav rêxistinên dadwerî, perwerdehî, leşkerî û saziyên din ên hikûmetê, darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha sala 2016an organîze kirine; Lê Gulen van îdiayên Enqerê red dike. Lê Gulen xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.
Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an zêde ji 50 hezar kes heya niha bi tawana peywendiya bi cimaeta Gulen re li Tirkiyê hatine girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî ji kar û şuxilên dewletî li vî welatî hatine derxistin.
Li encama vê darbeya bêencam 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.