Kalîn: Dinya mezintir ji Amerîka û Yekitiya Ewropyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302020-kalîn_dinya_mezintir_ji_amerîka_û_yekitiya_ewropyê_ye
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got: Dinya mezintir ji Amerîka û Yekitiya Ewropyê ye û Tirkiye xwe di çarçova Amerîka û Yekitiya Ewropyê de sînordar nake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2019 11:15 Asia/Tehran
  • Kalîn: Dinya mezintir ji Amerîka û Yekitiya Ewropyê ye

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got: Dinya mezintir ji Amerîka û Yekitiya Ewropyê ye û Tirkiye xwe di çarçova Amerîka û Yekitiya Ewropyê de sînordar nake.

Ajansa Anadoluyê ya dewleta Tirkiyê ragihand ku Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin duh di rûniştina 17-an a Gelêrî a Navneteweyiya Bunyada Aştî û Geşepêdana Mayinde de got: Dinya mezintir ji Amerîka û Yekitiya Ewropyê ye û Tirkiye divê ji girêdayîbûna li  Amerîka û Yekitiya Ewropyê xwe dûr ragir e.

Kalîn herwiha herwiha rexne li Amerîkayê girt ji ber piştgiriya vî welatî ji kom û tevgerên terorîstî û got: Heke welatên navçê ji mudaxileyên biyanî rizgar bibin û li gor berjiwendiyên xwe yên neteweyî, presîbên navneteweyî li birêvebirina welatê xwe cih bînin, wê demê aştî û îstiqrara rastîn li navçê tê damezirandin.

Kalîn herwiha got: Kûşe û pevçûnên li Sûriye, bakura Afrîqyê û Asya başûrê û Rojhilata Navîn bûye sedema awarebûna 70 milyon kesan ku 5 milyonên wan niha hatine Tirkiyê, lê belê Yekitiya Ewropayê ji bo dayîna penaberiyê bo 800 hezar kesan ti karek nekiriye.

  .