Kalîn: Dinya mezintir ji Amerîka û Yekitiya Ewropyê ye
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got: Dinya mezintir ji Amerîka û Yekitiya Ewropyê ye û Tirkiye xwe di çarçova Amerîka û Yekitiya Ewropyê de sînordar nake.
Ajansa Anadoluyê ya dewleta Tirkiyê ragihand ku Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin duh di rûniştina 17-an a Gelêrî a Navneteweyiya Bunyada Aştî û Geşepêdana Mayinde de got: Dinya mezintir ji Amerîka û Yekitiya Ewropyê ye û Tirkiye divê ji girêdayîbûna li Amerîka û Yekitiya Ewropyê xwe dûr ragir e.
Kalîn herwiha herwiha rexne li Amerîkayê girt ji ber piştgiriya vî welatî ji kom û tevgerên terorîstî û got: Heke welatên navçê ji mudaxileyên biyanî rizgar bibin û li gor berjiwendiyên xwe yên neteweyî, presîbên navneteweyî li birêvebirina welatê xwe cih bînin, wê demê aştî û îstiqrara rastîn li navçê tê damezirandin.
Kalîn herwiha got: Kûşe û pevçûnên li Sûriye, bakura Afrîqyê û Asya başûrê û Rojhilata Navîn bûye sedema awarebûna 70 milyon kesan ku 5 milyonên wan niha hatine Tirkiyê, lê belê Yekitiya Ewropayê ji bo dayîna penaberiyê bo 800 hezar kesan ti karek nekiriye.
.