Buldan: Serokamrê welatekî nabe berde welatiyên xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302015-buldan_serokamrê_welatekî_nabe_berde_welatiyên_xwe
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan li bajarê Colemêrgê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan rexene kir û got: "Serokomarê welatekî nabe berde welatiyên xwe, nabe 6 milyon kes wek nînin hesab bike."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2019 08:48 Asia/Tehran
  • Buldan: Serokamrê welatekî nabe berde welatiyên xwe

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan li bajarê Colemêrgê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan rexene kir û got: "Serokomarê welatekî nabe berde welatiyên xwe, nabe 6 milyon kes wek nînin hesab bike."

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan beşdarî merasîma vekirina ofîsa hilbijartinê ya HDPê li ser Cadeya Bulvar a Taxa Bulak bû û li wê derê axaftinek kir.

Di merasîmê de Parlamenterê Colemêrgê Seîd Dede, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk û berbijêrên bajêr û qezayan jî amade bûn.

Buldan, ji welatiyên beşdarê merasimê re axifî û rexne li Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan girtin. Buldan got: "Ji me re dibêje `herin`. Tu dibê qey evder gundeke. Tu dibê qey ji gundê xwe berdide me. Ev bajar ê me ye, ev ax a me ye. Me, bingehê xwe li her dereke vî welatî daniye. Serokomarê welatekî nabe berde welatiyên xwe, nabe 6 milyon kes wan nînin hesab bike."

Erdogan berî çend rojan rexne li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girtibû û gotibû: "Ma li welatê me cihekî bi navê Kurdistanê heye? Eger ew evqas Kurdistanê dixwazin, Kurdistan li Iraqê ye, bila herin wê derê!."