Li Colemêrgê 31 dever weke herêmên ewlekariyê hatin ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302013-li_colemêrgê_31_dever_weke_herêmên_ewlekariyê_hatin_ragihandin
Li navenda bajarê Colemêrgê yê başûra rojhilata Tirkiyê û 4 bajarokên wê, hinek cih heta 15 rojan weke navçeyên taybet ên ewlekariyê hatin ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2019 07:59 Asia/Tehran
  • Li Colemêrgê 31 dever weke herêmên ewlekariyê hatin ragihandin

Li navenda bajarê Colemêrgê yê başûra rojhilata Tirkiyê û 4 bajarokên wê, hinek cih heta 15 rojan weke navçeyên taybet ên ewlekariyê hatin ragihandin.

Li başûra rojhilata Tirkiyê, li navenda Colemêrgê û her çar qezayên wê, Çelê, Şemzînan, Gever û Derecikê, hinek dever heta 15 rojan weke navçeyên taybet ên ewlekariyê hatin ragihandin.

Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniyekê de ragihandiye, 31 herêmên ser bi navenda bajêr û her çar qezayên Çelê, Şemzînan, Gever û Derecikê, ji roja Sêşema 5ê Adarê saet 12ê şevê ve, heta roja Sêşemî 19ê Adarê saet 12ê şevê, weke navçeyên taybet ên ewlekariyê hatin ragihandinin.

Di daxuyaniyê de herwiha ji welatiyan hatiye xwestin ku bê destûr neçin wan navçeyan.