Jeffery ji bo vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê diçe Tirkiyê
Nûnerê taybet yê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey sibê serdana Tirkiyê dike. Di rojevê de herêma qaşo aram ya li bakurê Suriyê û vekişîna hêzên Amerîkî hene.
Di demên dawî de, hatûçûna şandên Amerîkî û Tirkiyê zêde dibe. Piştî serdana Wezîrê Bergirîyê yê Tirkiyê û Şêwirmend û Zavayê Trump Jared Kushner û şandên serbazî, sibê jî Nûnerê Taybet yê Amerîkayê serdana Enqerê dike.
Li gor agahiyan, Jeffrey sibê bi şanda bi serperiştiya Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal û rayedarên serbazî re dê bicive.
Şanda serbazî ya Amerîkî 28'ê Sibatê serdana Tirkiyê kir û bi rayedarên serbazî yên Tirkiyê re civiya û derbarê plana vekişîna hêzên Amerîkî, rewşa Minbic û rojhelatê Feratê û avakirina herêma qaşo Aram gotûbêj kiribûn.
Amerîka di 19ê meha Kanûna 2018an biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê da, lê di piştre got ew ê 200 leşkerên xwe li rojhilatê Firatê bihêlin.