Soylu: Endamên HDP`ê bi sûcê gireva birsîbûnê li Dîyarbekrê hatin girtinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301985-soylu_endamên_hdp_ê_bi_sûcê_gireva_birsîbûnê_li_dîyarbekrê_hatin_girtinê
Bi dû destpêbûna gireva birsîbûnê ya endamên Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) li Dîyarbekrê, hêzên Polîs ên Tirkîyê êrişî avahîya navendî ya vê partîyê kirin û 5 kes girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2019 12:52 Asia/Tehran
  • Soylu: Endamên HDP`ê bi sûcê gireva birsîbûnê li Dîyarbekrê hatin girtinê

Bi dû destpêbûna gireva birsîbûnê ya endamên Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) li Dîyarbekrê, hêzên Polîs ên Tirkîyê êrişî avahîya navendî ya vê partîyê kirin û 5 kes girtin.

Li gorî rapora Televîzyona NTV`yê, bi dû civîna çapemenîyê ya çend parlimanterên HDP`ê ku duh hat lidarxistinê û hat ragihandinê ku gireva birsîbûnê ya bêsînor bi nîşana piştgirîya ji daxwaza Leyla Guvenê ya rakirina tecrîda ser Ebdullah Ocalan serokê PKK`ê destpê dibe, hêzên polîs ên Tirkîyê êrişî avahîya navendî ya vê partîyê li Dîyarbekrê kirin û 5 kes girtin. 

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê Silêman Soylu di civîneke çapemenîyê de ku amajeyî hûrgilîyên wê opêrasyona girtina HDP`yîyan dikir, ragihand ku bi dû belavbûna lêzanînan têkildarî gireva birsîbûnê ya endamên HDP`ê li Dîyarbekrê, mideha nîv sietî da fermanên pêwîst ji hêzên Polîs re jibo girtina wan hatin dayînê û ew ferman tam cih hatin.