Çaremîn Komxebata Hevpar a Ewelhîyê ya Îran û Tirkîyê hat lidarxistin
Çaremîn Komxebata Hevpar a Ewelhîyê ya Îran û Tirkîyê îro li Enqerê hat lidarxistinê.
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê Silêman Soylu û Alîkarê Ewelhîyê yê Wezîrê Karên Hundur ê Îranê Hisên Zulfeqarî di wê civînê da, alûgurên Iraq û Sûrîyê û rewşa koşberan û awareyên şêrr û pêngavên hêzên derveyînavçê hilkolandin.
Soylu û Zulfeqarî herwiha pêgirî li ser pêwîstîya hevkarîya Îran û Tirkîyê di warê têkoşîna dijî komên têrorîst, sûcên organîzebûyî û dabînkirina ewlehî û aramîya herêmê nemaze jibo gelên her du welatan kirin.
Alîkarê Ewelhîyê yê Wezîrê Karên Hundur ê Îranê Hisên Zulfeqarî li Enqerê bi Cîgirê Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê Muhterem Înçe re jî hevdîtin û gotûbêj pêk anîye.
Nirxandina çawanîya hevkarîya dezgehên polîsî û ewelhîyê yên Îran û Tirkîyê di heyama yeksala buhurî de, ji mêhwerên gotûbêja Zulfeqarî û Înçe bûye.