Hişyariya Tirkiyê bo Israîlê derbarê guhertina demografiya Beytul Muqedesê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê hişyarî da Rêjîma dagirker a Siyonîst ku ev welata dê nema rê bide ku ev rêjîm demografiya Beytul Muqedesê biguherîne.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja Yekşemiyê li civîna nûçeyî ya hevpar tev Riyaz El Malikî, Wezîrê karên derve yê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê li ser pêwîstiya damezirandina welatê serbixwe yê Filistînî bi paytextiya Beytul Muqedesê pêgirî kir.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha got: Her cûre plana ku encama wê damezirandina welatê serbixwe yê Filistînê bi paytextiya Beytul Muqedesê nebe, dê serê xwe negire.
Çawûşoxlû her wiha amaje bi cinayetên Rêjîma Siyonîst li erdên dagirkirî yên Filistînê kir û got: Vê rêjîmê li êrîşên xwe yên serkutkirinê li dijî misilmanên Flistînî heta niha bi hezaran kes kuştine.
Beriya vê yekê jî Wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kiribû ku nema biryara yekalî ya Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas dike.