Rexneya Moskovayê ji sersariya Enqerê bona cihanîna lihevkirina Soçiyê
Wezîrê karên derve yê Rûsyê got: Rewşa hevhatina vî welatî û Tirkiyê li ser Idlibê ku li Soçiyê pêk hat, tam cih nehatiye.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Kuweytê, Sêrgey Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsyê got: Rewşa hevhatina ku di navbera Rûsye û Tirkiyê de di warê şertûmercên li navça Idlibê de bi dest ket, bi taybet têkildarî navçeya ewleh û derketina hemî kesên tundrê û çekên giran ji navçê, bi tamî cih nehatiye.
Lavrov herwiha got: Em ji şirîkên xwe yên tirkiyeyî dixwezin ku erka xwe ya ji bo îstiqrara li navçê û kêmkirina kêşeyan li Idlibê anegorî hevhatina ku 17`ê Îlonê hate îmzekirin, cih bînin.
Vlademîr Pûtîn, serokomarê Rûsyê, 17`ê Îlona 2018`an li civîneka hevpar a çapemeniyê ya bi Receb Teyîb Erdogan re, serokomarê Tirkiyê re li bajarê perravî yê Soçiyê, ji hevhatina di navbera du welatan de ji bo pêkanîna navçeya sivîl a li Idlibê li bakûrê rojava ya Sûriyê, di navbera Artêşa Sûriyê û çekdaran de bi berfiretiya 15 kîlometreyên çargoşe agahî da.
Her du aliyan paşê naveroka 10 xalî ya Soçiyê weşandin û biryar bû Tirkiye wekî yek ji aliyên garantor, sozên xwe yên li ser derxistina komên terorîst ji navçeya bêyîçek cih bîne.
A niha parêzgeha Idlibê di bin lepên komên terorîst da ye û biryar bû anegorî hevhatina Soçiyê, komên terorîst navçeya bêyîçek biterikînin ku di pratîkê de ev yeka cih nehat û terorîst her ji vê navçeyê ve pêgehên artêşa Sûriyê dikine hedef.