Hevserokê HDPê: "Erdogan Tirkiyê perçe dike"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301922-hevserokê_hdpê_erdogan_tirkiyê_perçe_dike
Hevserokê Partya Demokratîk a Gelan (HDP) li axivtinekê bi rexneya ji Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, got: "Erdogan Tirkiyê perçe dike".
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2019 14:50 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDPê:

Hevserokê Partya Demokratîk a Gelan (HDP) li axivtinekê bi rexneya ji Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, got: "Erdogan Tirkiyê perçe dike".

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Sezayî Temelî, Hevserokê Partya Demokratîk a Gelan (HDP) ku seredana Qarsê kiribû bi rexneya ji Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, got: "Gelo serokomarê vî welatî heye? Serokomarê tê wateya serokatiya komara wî welatî. Bi her kesî re bi awayekî wekhev tev digere, Rêya wê jî cidabûna hêzan e. Erdoganê ku îrorojê pêgîrî dike ez serokomar im, serokê Partya Dad û Geşepêdanê (AKP) ye. Tenê serokê wan kesan e ku bi wan re ne û dijminê wan kesan e ku bi wan re nînin. Erdogan vî welatî perçe dike. Her kesê ku dengê xwe nedaye wî, dike kesekî din. Her ji ber vê yekê em pêgîriyê dikin ku bi vê sîstimê re nayê berdewamkirin ji ber ku sîstim jibo birêvebirina jiyana komkî baş nîne, em tenê bi demokrasiyên herêmî û sîstima qahêm a parlimanî dikarin van pirsgirêkan çareser bikin".

Sezayî Temelî, hevserokê Partya Demokratîk a Gelan (HDP), destnîşan kir: "Ji 24`ê Hezîrana 2018`an ve ev sîstima li welêt cih tê, kî ji vê sîstimê razî ye? Tenê ew bixwe û şirîkê wî yê biçûk. behsa mesela mayînê dike. Bi gotina ``mayîn mayînê`` ev welata xistine çi rewşekê".

Temelî destnîşan kir: "Eger çi îrorojê li Tirkiyê bêqanûnî heye bihetm hegera wê girtina çalakvanan e. Heya dema ku ev girtin bidawî neyên meriv nikare di çarçoveya qanûnê de pêngavan rake".