HDP bi stratejiyeke dualî xwe ji hilbijartinên şaredariyan re amade dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301877-hdp_bi_stratejiyeke_dualî_xwe_ji_hilbijartinên_şaredariyan_re_amade_dike
Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) bi stratîjiyeta " Li herêmên kurdnişîn dengê yekem, û li rojavayê Tirkiyê dengê Hevpeymaniya Komarê kêm bike" xwe ji bo hilbijartinanên dawiya vê mehê amade kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2019 11:40 Asia/Tehran
  • HDP bi stratejiyeke dualî xwe ji hilbijartinên şaredariyan re amade dike

Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) bi stratîjiyeta " Li herêmên kurdnişîn dengê yekem, û li rojavayê Tirkiyê dengê Hevpeymaniya Komarê kêm bike" xwe ji bo hilbijartinanên dawiya vê mehê amade kiriye.

Stratejiya HDP`ê ji bo hilbijartinên şaredariyê ev e, ku li herêmên kurdnişîn  dengê yekem be, û li rojavayê Tirkiyê jî dengê Hevpeymaniya AKP-MHP`ê ya bi navê Hevalbendîya Komarê kêm bike.

Di çarçoveya wê stratejiyê de, tevî ku partiyên Opozîsyona Tirkiyê hevpeymaniya ligel HDP`ê ret kirin, li gor hin rapirsiyan, %80`ê dengderên HDP`ê li bajarên Tirkiyê dê dengê xwe bidin wan partiyên opozîsyonê. Ew jî weke hewlekê jibo sekinîna li hemberî hevpeymaniya AKP û MHP`ê tê nirxandin.

Her li gor rapirsiyan, ew dengderên ku hîn biryar nedane dengê xwe bidin kî, ewqas hejmara wan zêde ye ku dikarin encamên hilbijartinan yekalî bikin, ew jî bi ser du bereyan de dabeş bûne, hejmarek ji wan ji ber partî û hejmarek ji wan ji ber hevpeymaniyan xwe yekalî nekirine.

HDP dixwaze bi wê stratejiya xwe deshilata AKP`ê li herêmên kurdnişîn û giştî li Tirkiyê kêm bike, daku nikaribe dubare siyaseta kivşkirina qeyûman bi kar bîne. Herwiha HDP kar li ser arasteya duyem jî dike, ji bo ku bereya opozîsyonê were bihêzkirin û serkeftina wê bereyê li bajarên mezin ên Tirkiyê were misogerkirin.