Pêgirîya dubare ya Tirkiyê ser radestkirina Fethullah Gulen
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301876-pêgirîya_dubare_ya_tirkiyê_ser_radestkirina_fethullah_gulen
Wezîrê Dadaweriyê yê Tirkiyê cardinê daxwaza radestkirina Fethullah Gulen ji Emerîkayê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2019 11:28 Asia/Tehran
  • Pêgirîya dubare ya Tirkiyê ser radestkirina Fethullah Gulen

Wezîrê Dadaweriyê yê Tirkiyê cardinê daxwaza radestkirina Fethullah Gulen ji Emerîkayê kir.

 Li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News`ê, Wezîrê Dadaweriyê yê Tirkiyê Ebdulhemîd Gul li nameyekê bo Vîlyam Bar dozgerê giştî yê Emerîkayê, daxwaza radestkirina Fethullah Gulen ji Emerîkayê bo Tirkiyê kir û di eynî demê de destnîşan kir ku radestkirina  endamên din ên koma Gulen ji Tikiyê re pir giringiya xwe heye.

 Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an  dizane,  lê Gulen  xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.

 Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an  zêde ji 50 hezar kes heya niha  bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine  girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî  ji kar û şuxilên dewletî  li vî welatî hatine derxistin.

Li encama vê darbeya bêencam 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.